E-bülten
Haberlere abone olun:
Bu yazıyı beğendiniz mi?
(toplam 262 oy)
ArÅŸiv
| Pt | Sa | Ça | Pe | Cu | Ct | Pa | |
|---|---|---|---|---|---|---|---|
| 1 | 2 | 3 | 4 | 5 | |||
| 6 | 7 | 8 | 9 | 10 | 11 | 12 | |
| 13 | 14 | 15 | 16 | 17 | 18 | 19 | |
| 20 | 21 | 22 | 23 | 24 | 25 | 26 | |
| 27 | 28 | 29 | |||||
20 Şubat, 2007 02:00:00 | Aktüel Bakış
Kurd ji merasîma ku ji miriyan re tê kirin re dibêjin ÅžÎN. Bi gotineke din, navê êÅŸê ye rengê ÅŸîn. Åžîn û êÅŸê, bi demê re cihê xwe ji rengê REÅž re hiÅŸtiye. Ji ber vê yekê li ser hemû miriyan, kurd reÅŸ girêdidin. Nas û dostên hev, zêdetir di du tiÅŸtan de tên serdana hev; yek ji van ÅžÎN a din jî ÅžAHÎ ye. Lê ÅŸiklê ÅŸîn û girînê êdî di nava kurdan de hêdî hêdî diguhere.
KA ÅžÎNÊN BERÊ?
Berê dema li gund kesek dimir, xwediyê mirî derdiket ser banê herî bilind ê gund û gazî dikir; “Hawar hawaaar, gundîno, malîno! Kurê filankesê miriye, bavê filankesê rehmet kiriye…” PiÅŸtre hemû gundiyan dev ji kar û barê xwe berdida û diçû ser mirî. Ciwanên gund tevr û bêrên xwe didan destê xwe û dest bi kolandina mezelê dikirin. Kesên ku pir nêzî mirî bûn û ji eynî xwînî bûn, li ber dîwaran dest bi girînê dikirin. Åžînên li gundan 7 roj û 7 ÅŸevan dewam dikirin. Jinan reÅŸ li xwe dikir, zilaman rî û simbêl berdidan (traÅŸ nedibûn) û zarokan nedilîst. Heta 3-4 mehan teyîp nedihatin guhdarkirin, ÅŸevbihêrk nedihatin lidarxistin û dawetên li gund dihatin taloqkirin. Heke dawet a malbatê bi xwe bûya, dawet îptal dibû û tenê mewlûdek dihate dayîn. Zêdetir dê û xwîÅŸkên kesê/a mirî, li ser miriyê xwe ‘lawo lawo’ dikirin û bi dengekî kezebÅŸewat zêmar digotin. Her zêmarekê parçeyekî laÅŸê mirov diêÅŸand û hêstirên çavan bi ser lêvan de dihatin xwarê. Berê gelek jinan di ÅŸînan de keziyên xwe kur dikir û bi kulman li qefesa sînga xwe dixistin. Ev helwest di heman demê de, ‘protestoyek, gilî û gazinek’ bû.
HAWARÎ BI RÊ DIKETIN
Berê ji ber ku wesayît tunebûn, nasên mirî ji bo ku xebera reÅŸ bigihînin hemû nas û dostên xwe, bi hespan, keran û hêstiran ber bi gundên xizmên xwe ve bi rê diketin. Ji kesên ku ev xebera reÅŸ dibirin re digotin ‘Hewarî’. PiÅŸtî ku gundiyên derdorê ev xeber dibihîstin, qefle bi qefle ber bi gundê ÅŸîn lê tê kirin ve bi rê diketin. Ji her malê tenê kesek diçû ÅŸînê. Zêdetir an bav an jî birayê mezin diçûn ÅŸînê. Ji jinan jî yan xesû yan jî bûka mezin berê xwe dida serxweÅŸiyê. Lê niha her kes ji ber xwe ve diçe serxweÅŸiyê. Ji her malekê êdî bav, kur, keç û dê ferq nake, hemû bi hev re jî diçin. Berê rûsipiyê malê kî be, ÅŸîn li mala wî dihate kirin. Bi qasî 7 rojan li mala ÅŸînê xwarin nedihate çêkirin. Cîranan ji mala ÅŸînê re kebanî dikir. Kesên dihatin serxweÅŸiyê, bi torbeyan ÅŸekir û çay dianîn. Hin kesî jî bi xwe re rûn û zexîre dianîn. Bastîq, ÅŸaran, xarûz û ÅŸîranî jî tu car ji bîr nedikirin. Ev ÅŸîranî, êvaran li cemaeta hazir dihate belavkirin.
ADETEKE NÛ ‘MALÊN ÅžÎNÊ’
Kurdên li bajaran êdî mîna berê ÅŸînên xwe li malan û di bin konan de nakin. Li bajaran bi qasî marketan ‘Malên Åžînê’ hatine avakirin. Malên ÅŸînê, zêdetir li ser navê bajar û navçeyan hatine vekirin. Mîna ‘Mala Åžînê ya Pîraniyan’, ‘Mala Åžînê ya Lîcêyan’ û hwd. Hin gundiyan jî li ser navê gundên xwe malên ÅŸînê vekirine. Yek ji welatiyan Asmaîl Akgunduz (46), li ser ÅŸînên niha wiha dibêje: “Åžînên niha ji yên berê baÅŸtir in. Niha sosyalîte bi pêÅŸ ketiye. Têkilî zêde hene. Bi sedan kes tên serxweÅŸiyê. Malên ÅŸînê, fireh in, xizmeta wan baÅŸ e. Lê pirsgirêkek heye; ÅŸewat nemaye. Êdî kes li ser kesî nagirî. Di nava qelebalixeke mezin de, tenê dilê çend kesan diÅŸewite.”
REWÅžA MALÊN ÅžÎNÊ
Malên ÅŸînê zêdetir di bin banê komeleyan de têne avakirin. Li Amedê gelek komeleyên bi vî rengî hatine girtin û nikarin kirayên malên ÅŸînê bidin. Ji ber vê yekê nîvê kirê ew û nîvî jî ÅŸaredarî didin. Heqê çay û ÅŸekirê malên ÅŸînê, ji aliyê xizmên malbata ÅŸînê ve têne dayîn. Hin malên ÅŸînê jî bi riya endamên xwe her meh bi qasî 5-10 YTL pere distînin. Dema ku kesek dimire, hemû mesrefên ÅŸînê, ji pereyên ku her meh têne komkirin tê dayîn. Bi vê yekê xwediyê ÅŸînê di hêla aborî de zêde zehmetî nakiÅŸînin. Di malên ÅŸînê de, ji xeynî ÅŸînê, mewlûd jî tên dayîn. Malên ÅŸînê, zêdetir li ser riyên mezin hatine vekirin. Lê hin malên ÅŸînê yên li ser kuçeyên teng jî hene.
‘PÊLAV DIHATIN DIZÎN’
Melîk Ari jî pesnê malên ÅŸînê dide. Li gorî Ari, bi saya malên ÅŸînê kesên xerîb baÅŸ têne hewandin. Ari, wiha dibêje: “Odeyên malan pir biçûk in. Mirov nikare ÅŸînê di odeyên teng de bike. Berê di gelek ÅŸînan de pêlavên mêvanan tevlihev dibûn, dihatin dizîn. Lê di malên ÅŸînê de ev nexweÅŸî tune ye. Ji ber vê yekê malên ÅŸînê baÅŸtir in.”
Åžînên niha!
Dema niha kesek dimire, ji mizgefta wê taxê, bi aporlorê gazî dikin û hewarê digihînin her kesî. Di aporloran de nav û paÅŸnavê mirî tê gotin û cihê mizgefta ku lê tê ÅŸûÅŸtin tê xwendin. Berê carna heta mehekê, xeber nedigihiÅŸt nas û dostan. Lê niha bi riya telefonê hemû nas û dostan bi bûyerê dihesînin. Li gelek cihan berî ku dê, bav û birayên kesê mirî bi mirina nasên xwe bihesin, nas û dostên ku bi hezaran kîlometre ji wan dûr in, bi riya telefonê xebera mirinê hîn dibin. Ji ber vê yekê di nava civakê de biwêjekê cih girtiye; “Xebera reÅŸ zû tê”.
MaÅŸallah DEKAK
azadiyawelat



