Bu yazıyı beğendiniz mi?

(toplam 259 oy)

ArÅŸiv

Pt Sa Ça Pe Cu Ct Pa
12345
6789101112
13141516171819
20212223242526
272829

image

 Hat ragihandin ku hikûmata Iraqê ya Serokwezîr Nûrî El Malîkî derbeyeke giran a din jî xwar. Pi?tî vê derbeyê hikûmeta Malîkî bi krîzeke siyasî re rû bi rû ma.


Li gorî agahiyên vê dawiyê 5 wezîrên ku bi serokwezîrê berê yê Iraqê Îyad Allawî re tevdigerin jî dê civînên hikûmetê baykot bikin. Balkê? e ku daxuyaniyên wezîran pi?tî hevdîtina bi Malîkî re hat dayîn. Wezîrên koma navborî egera veqetandinê pêkneanîna reforman nî?an dan. Tê gotin ku di hevdîtina Serokwezîr Nûrî El Malîkî de daxwaza van reforman hatiye kirin ji ber ku li hev nekirine pi?tî hevdîtinê helwesta boykotkirina civînên hikûmetê hat a?kerakirin.

Der barê mijarê de Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Ho?yar Zêbarî jî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku pi?tî vê hewldanê dê hikûmet bikeve tengasiyeke mezin. Lê hat destnî?ankirin ku hê jî hikûmet peywira xwe didomîne. Zêbarî da zanîn ku hevdîtinên di nav van koman de didomin û di pê?erojê de ji bo van mijaran dê civîneke bilind bê amadekirin.


Pi?tî vê biryara boykotê di lijneya hikûmetê de wezîrek sunî jî nemaye. Jixwe di hefteya borî de 5 wezîrên sunî yên Eniya Sulhê ya Iraqê ji hikûmetê îstîfa kiribûn. Balkê? e ku bi veki?andina vê komê hikûmet pir neê?iya. Lê bi veki?îna koma duyemîn ya bi Allawî ve girêdayî hikûmeta Iraqê ji binî ve hejand. Ji ber ku di vê komê de ne tenê sunî hene. Ligel suniyan ?iî û xirîstiyan jî hene. Di nav vê salê de 17 wezîran ji ber hin egeran biryar dane ku tevî civînên hikûmetê nebin. 

azadiyawelat
 

  • email Arkadaşına gönder
  • print Yazıcı versiyonu
  • Add to your del.icio.us del.icio.us
  • Digg this story Digg this

Yorum Yaz comment Yorumlar (0 Yazılmış)

© 2009 aktuelbakis.org, All rights reserved.