Bu yazıyı beğendiniz mi?

(toplam 373 oy)

ArÅŸiv

Pt Sa Ça Pe Cu Ct Pa
12345
6789101112
13141516171819
20212223242526
272829

image


Ji bo berpirsiyarên PDK yên Ewrupa
Birêzan,

Me bi xemgînî bihîst, ku di 13 Gulanê da, li baregeha PDK ya Maxmurê êrîÅŸeke terorîstî pêk hatiye û di vê êrîÅŸa ne mirovane da 50´i zêdetir hevwelatiyên Kurdistanî ÅŸehîd ketine. Hejmara birîndaran ji sedî zêdetir e û di nav wan da jin û zarok jî hene.

Di nav heftiyek da, ev êrîÅŸa duwemîn e. Divê bê zanîn, ku ji aliyê kê va bê çêkirin, ajotvanê trompêlê kî dibe bila bibe, ÅŸik tune, ku armanca vê êrîÅŸa terorîstî û hovane, bê îstîqrar û aram kirina Kurdistanê û paÅŸvê xistina referandûma Kerkûkê ye. Û her weha ÅŸik tune, ku di piÅŸt van kiryarên terorîstî da destê xêrnexwazên Kurdistanê hene. Ji aliyê herkesi va tê zanîn, ku dewletên herêmê; Îran, Sûriye û nemaze jî Tirkiye, ji dewleta Federal ya Kurdistanê û bidestxistinên Kurdistan Azad aciz in û hewl didin, ku li Kurdistanê tevlihevî û aloziyan pêk bînin û ew jî bikaribin û Kurdistana Azad dagir bikin.

Em dubare dikin: Kirdar kî dibe bila bibe, di piÅŸt van êrîÅŸan da dewlên cîran hene. Ji ber vê yekê jî, Kurdên her çar perçên Kurdistanê, yên li çar aliyên cîhanê divê li ber van êrîÅŸan bi yek dengî û bi her awayî helwesta xwe eÅŸkere bikin û van êriÅŸan ÅŸermezar bikin. Kurd, li ku dibin bila bibin, divê bibin senger û desketiyên Kurdistana Azad wek roniya çavên xwe biparêzin. Divê li ber dewletên dagirker helwest bigrin.

Bê guman parastin û bihêztirkirina Kurdistana Azad, tesîra xwe ya erênî li ser hemû parçeyên din yên Kurdistanê wê nîÅŸan bide. Endam û alîgirê kîjan partî û rêxistinê dibe bila bibe, îro erka her Kurdekî parastina Kurdistana Azad e. Ji ber ku îro roja man û nemanê ye.

Em wek Yekitiya Komelên Kurdistan-KOMKAR, êÅŸa we parve dikin. Vê êrîÅŸa kirêt ÅŸermezar dikin. Ji ÅŸehîdan ra rehmet û ji birîndaran ra saxî û silametî dixwazin. Careke din eÅŸkere dikin, ku bi her awayî em li gel we ne û di vî warî da çi dikeve ser milê me, emê bikin.

Åžêhîdên me rûmetiyên me ne.

Bijî Kurd û Kurdistan!

14.05.2007

Yekitiya Komelên Kurdistan-KOMKAR
 

  • email Arkadaşına gönder
  • print Yazıcı versiyonu
  • Add to your del.icio.us del.icio.us
  • Digg this story Digg this

Yorum Yaz comment Yorumlar (0 Yazılmış)

© 2009 aktuelbakis.org, All rights reserved.