Bu yazıyı beğendiniz mi?

(toplam 7 oy)

ArÅŸiv

Pt Sa Ça Pe Cu Ct Pa
12345
6789101112
13141516171819
20212223242526
272829

image

Ji yekê pûÅŸperê hetanê bîryara bêçalakbûnê em dîsa bi mirinan re rabûn û rûniÅŸtin. Di nav xemsarîyek tevizandî û bêhest de meytê ciwanan dîsa yek bi yek ketin. Min bixwe û xwe bîryar girtibû; daku hetanê ev pêvajoya kambax neqede, ger ez hemû derên mejûyê xwe bigrim û vaca xwe neÅŸuxulînim, cîhê ku xwîn lê biherike jixwe vac lê nîne û hemû qewimîn jî ji derveyî vacê ne. Pêvajoya girêka kor û bêmane de hetanê mudaxeleya eqlîselîmiyek, wek gulleya sêwak çi bikeve ber diÅŸewitîne. Bi qasê ku agir bi malan ketin û dil hatin sotin, ji bilî xerabîyan ka çi ket kîsê neheqîyan!.  

Her çiqas dehan salan de çend car hatibe dubarekirin jî lê dîsa van bîryaran, bîryarên agirbest û  bêçalakbûnê; tenê biserê xwe berpirsîyariyên ji prosesê ne? Di rojê de tu dibê qey bi ÅŸêwrek dawî bi dehan meytê cîwanan hat, ma ÅŸêwrek nîne? Operasyon jî ku nebin xwîna tu kesî narije. Belê tu kes nikare vê rastiyê înkar bike, ÅŸêwra ku di navbera alîyan de bi qasê ronîyê zelal e. Alî kî ne? Dîsa siltanê kerr jî dizane dewlet, PKK û rêbertîya wî bixwe ne. Åžêwr jî hene lê dîsa naqede, gelo çima?  

Newêrin dest bavêjin pirs û pirsgirêkan, ji avabûna komarê virde bi hemû desthilatiyên xwe ve tev, ji rastîyên civakê dûr û bi ferasetên ÅŸaÅŸ û berjewendîkar re mijûlin. PêÅŸeng nînin. Bê rist û bê hemd in. Bêexlaqin! Åžerê dinavbera wan de; kî bi Îmralîyê re peyivîye an îcazet stendina ji Qendîlê ye. Pêvajo  jî hatiye lewitandin. Bi hemû sazî û sazûmankariyên xwe ve wek bayek tên û di nava kûrahiya dîrokê de winda dibin û diçin. ‘’Dibin nêrî lê nikarin bixingilin.’’ Ji alîyan yek ku aha bi gemarî be pêwîste alternatîf bêne afirandin. Loma alîyê Kurd xwe ji ‘’xweserîya demokratîk’’ re amade dikin. Eva rewÅŸa her tim bi vî avayê nakude, hûn ku jibo çareserîyê xîret nekin wê hinekê rabin bêjin; emê bixwe alternatîfên xwe li rêkin.          

Bi qasê di binê pira vebûnîyan de gelek av û bar derbasbin jî lê divê ji alîyan, bêtir gelê Kurd bi hemû felîtên xwe ve hewl bide daku xwe ji qîmên xwe riha bike. Çine van têrênekirinan? BaÅŸ tê zanîn va gela liser civatek pir olî û çandek dewlemend ava bûye, xweÅŸdîtinî; çi misilman, xiristîyan, êzdatî, yahûdîtî û çi soran, zaza, lor-gor û kurmanc, loma nezelalîbûna xwestekan de ÅŸûrê demoqles liser stûyê wan qet kêm nabe. Jiber taybetmendîyê xwe yên dilînî tu car dawî li probleman ne anîne û prosesan jî bêkemilîn kine-mine jîyayî ne. Her weha ne pêvajoya netewbûna xwe qedandine û wek her gelan nejî bûne dewlet. Hetanê dawîya Osmanîyan jî ‘’xweser’’ bûne, xwedanîyên xwe yên xweserî jî neparastin e. Bi vî awayî beran na;  ‘’dibin nêrî lê nikarin bixingilin!’’  

Rêbertî her çiqas bi vebûnî û vekolanê xwe yên felsefîk ve Marks, Engels û Lenîn vebuhurîne jî lê jiber rewÅŸa bextreÅŸ nagihîje jîyana nerîtî. Jixwe pratîzenebûn tevahî hesaban serûbinê hev dike, eva jî bêsiûdîyek e. Bêsiûdî û bextreÅŸîya her du alîyan pirsgirêkan her ku diçe aloztir dike. Jixwe sedemê bêçareserîyê jî ev e. Ji biratîyek efsûndar jî qet tu xêr nabînin. Mafên gerdûnî bê empatî ji bo her kesî ne, rexne lê nabe, bêtir jixwe biratîyek derew e. Ji destpêka komploya navnetewî  bigrin hetanê îro neheqîyên ku li vîzyona tevgera azadîxwaz û serokatiya wî dibin dersikên balkêÅŸin. Ew kesên ku xwedêgiravî xwe ji nirxên gerdûnî berpirsîyar dihesibînin, ew buxtanên ku li gelê Kurd û tevgerên wî kirine divê êdî bêne terk kirin.     

Felîtên gelê Kurd ên çareserîyê hetanê demek berê di xwestekên xwe de nezelal bûn, lê îro her çiqas bi hemû sazîyên xwe ve çi DTK û çi BDP di vî warê de serkeve jî weyna xwe ya îradî hîn nikare an nizane xurtur rava bide. Her çiqas bi kedek bêhempa ve rêya ‘’xweserîya demokratik’’ bi piÅŸkî vebe jî lê hîn têrê nake. Eva jî nayê wê wateyê ku berdewamkirina pêvajoyê bête rawestandin.     

Va pêvajoya wê bêrawestandin berdewam be lê pêwiste naverok ji her alîyan de xurtur be, valahî ji sabotaj û provokasyonan re nebe vexwendname. Ma pêÅŸwazîkirinên Komên AÅŸtîyê li derîyê sînor yê Xebûr’ê nehatin sabote kirin! Jiber sawêrbûna ÅŸovenîzma Tirk bi karesatên Înegol û Dortyol’ê herdu gel nehatin hemberê hev!

RewÅŸên awarte de ez dikarim derûnîya ji alîyan fehm bikim lê tiÅŸtê ez lê ÅŸaÅŸ û metal mayî me, ji her tiÅŸtî bêtir hewldanên Medya ya Tirk e. Gotarvanên ekranan bi hewldan, fesadî û ÅŸeytaniyên xwe ve civatê her ku diçe terorîze û artêÅŸê jî mîlîtarîze dikin. Wey filankesî aha, bêvankesî weha gotiye; afat li we be erê welleh. Bila bêjin, di çarçoveyek exlaqî de kî çi dibêje bila bêje lê çi dikeve kîsê we! Hetanê bêhn li we biçike hûnê wer bixingilin û liser qûna xwe de bikevin. Zagonsazî, rêvebirin û dadrêsî bibe nebe ristên ji dewletbûnê ne. Çaremîn rista ji dewletbûnê hêza Medyayê û jixwe ew jî bi her kesî eyan e. Jiber vê yekê em dikarin bêjin; Medya di mercên dewletbûnê de bi çarçoveyek exlaqî û objektîf de heman demê bîme ya demokrasîyê ye. Mixabim ew jî di vê kambaxêde beredayî tê bikaranîn.

Belê gilî û lomeyên me jibo aramîyek e. Derfetên ku hatine bidest xistin, hêvîdarim berhewa nabin. Di van demên manîdar de divê hemû derdor xwedî li berpirsîyariyên xwe derkevin û rola xwe rûmetane bileyzin.

 

    

  • email Arkadaşına gönder
  • print Yazıcı versiyonu
  • Add to your del.icio.us del.icio.us
  • Digg this story Digg this

Yorum Yaz comment Yorumlar (0 Yazılmış)

© 2009 aktuelbakis.org, All rights reserved.