Bu yazıyı beğendiniz mi?

(toplam 7 oy)

ArÅŸiv

Pt Sa Ça Pe Cu Ct Pa
12345
6789101112
13141516171819
20212223242526
272829

image 

-          8 Adar 1857 çalakîyek li Emrîka’yê; ÅŸewata ku di karistanek pirtû de diqewime 129 jin jiyana xwe jidest dide.  

-          1907 8 Adar rêxistinbûna jinê a enternasyonala yekem.

-          1910 8 Adar roja jinên kedkar ên cîhanê a enternasyonala duyem ya navneteweyî hate ragihandin.

-           1975 8 Adar NY. (Neteweyên Yekbûyî) Roja Jinên Cîhanê hate ragihandin. ( peyva kedkar jê hate derxistin)

Roja Jinên Cîhanê 8’ê Adar’ê li Tirkiyê tu car nebû cejn, ji pîrozbahîtiyan bêtir bi wateyek birêzanî tête bîranîn. Jixwe bi darbeya faÅŸîst 12 Îlonê 1980 ÅŸûnde bi tevahî çar sal qet nehate pîroz kirin.

Civaka serwer a mêr de pirsgirêka jinê, wek kêÅŸeyek civakî derdikeve pêÅŸberê me û çareserîya xwe sepandinê me dike. Di civaka serweriya mêr de, bi mêr ê kirêt û gosartmeyî ve jin jî para xwe ji van nerênîyan digre û bi wî re ziÅŸtebûnî dibe.   

Azadbûyîna jinê; di bingeha ÅŸerê ku li hember hilweÅŸandina ferasetên wek serweriya mêr a klasîk tê meÅŸandin û dîsa di vê çarçovê de bi tekoÅŸîna azadbûyînê de çi mêr dibe, çi jin dibe, ger bi dirûvê azadbûnek çînayetî û netewayetî bête fikirandin.

Rizgarbûna jinê, bi dîtina ferasetek wek bidestxistina  hindek mafên bingehîn, lêxistina darbeyek herî giran li qelafetê jina azad e.

Bi mêr û jinê ve jiyanek bi rûmet, tenê bi serê xwe li ser xakên azad, bi jina azadbûyî ve, bi mêrê azad ve mimkûn e. Lê belê ragihiÅŸtina van dilpakîyan jî bê tekoÅŸîn ne mimkûn e.

Jina azad ku niÅŸaneyên evîn û evîndariyê di kesayetiya xwe de direfÅŸ kirîye, bi ÅŸer û tekoÅŸerîya xwe ve encax di civatek ku li ser hîmê netewayetiyê tekoÅŸîyabe bûnewerî dibe. Bi vê hebûnê ve girêdayî bedewîyê, Evîn û evîndariyê bidest xistiye û jiyanê watedar kiriye. Berevajî jixwe feraseta mêrê ketî, ji feraseta jinkokiyê bêtir tu tiÅŸtek nîne.

Îro di vê erdnîgariyê de wek her mêrên ketî ez jî ji her tiÅŸtî bêtir hewceyê azadîyê me. Ji ber vê yekê bila jin min bibexÅŸînin belam ji azadbûna jinê bêtir bi azadîya xwe ve eleqedarim. Lêbelê baÅŸtir dizanim ku hetanê jin azad nebe ez jî azad nabim. Yanê ez azadîya xwe di kesayetiya jinê de digerim. Qasê ku mêr bi ketina jinê de berpirsîyare, bi veguhestina kêÅŸeya mirovahîyê ve girêdayî, çareser kirina pirsgirêka jinê de helbet bi hebûna para xwe ve jî divêtinîyek dîrokî ye.

Bêguman hebûna her cîhê ku mijokatî lê heye bi pirsgirêk in. Feraseta heyî têbûnê li her alîyê jiyanê, ji kêÅŸeyên ramanê bigrin hetanê çînayetî, olî, etnîkî û neteweyî bûye. Bi mijokatiya mêrê serwer ve girêdayî, cîhana me ya rasteqînî de, Jina ku jiber taybetiyên xwe ên zayokî bête pîrozandin, dîsa dibe ku jiber nazenîniya çarenûsî be, ji kêÅŸanîya qeda serê xwe riha nabe.

Heyîniya rasteqînî de;

Tiwanî me ya  veguherandina cîhanê, ji destpêka bixwe û xwe de dibe ku bi derfetî be?

Li gorî biwêja ‘’mirov kurmê mirova ne’’, ji vir wêde alternatîf bimefer e!.

Wekî dinê civatek ÅŸareza û medenî wê çawa bête afirandin!..

Bi her awayê ku jin dayika mirovahîyê ye; jiber ku veguhestiye kêÅŸeyek civakî jî, di rewÅŸa maka tevahî  pirsgirêkan de ye. Civata ku ji hemû dilpakîyên mirovî dûrketî de, mirovahîya ku berpirsîyariyên li dayika xwe bicîh neanî, her bibe karesata mirovahiyê ye. Em ne bedbîn bin, bi gotinê pêÅŸîyan wek ‘’Heft bavê çê, îlleh ÅŸîrê dê’’ jî jiber pîrozandina jinê ye.

Li dergûÅŸa ÅŸaristaniyê xaka Mezopotamya yê de jina Kurd, bi hawara azadîyê diqêre û dîsa sedsala 21. de bi berdêlên giran ve ji ÅŸaristanîya cîhanê re çavkanîtî dike. Bi ÅŸervaniya xwe ya bi rûmetdar li qadan bi Clara Zetkîn’warî geÅŸ dibe û bi Zîlan’an ve efsanewî dibe. Çi heyfe ku! Mirovahî  pîrozbahîya xwe dîsa li van xakên pîroz de digere.

Mixabin xwedê payeya tekoÅŸînek ZerdeÅŸtwarî li jina Kurd rewa dîtiye. Mêrê xwe yê reben jî bixwe re kaÅŸdike û tevlê tekoÅŸîna azadbûnê dike. Jina Kurd, weyna xwe ya dîrokî ku girtiye serxwe, li qadan bi govendên xwe, tekoÅŸînê de bi mêrê xwe ve bibîryarî dimeÅŸîne. Ya herî girîng jî, di dîrokê de cara yekem bi afirandina ‘’artêÅŸa jinê’’ ve girêdayî, xwîna xwe tevlê xwîna mêrê xwe kiriye. Di dîroka mirovahiyê de rûmeta weha pîroz, pelîseyê pirr kêm civatan bûye.

Bawer dikim ku Jina Kurd bi mêrê xwe ve rûmeta xwe ya mirovahî wê biparêze û bêrî’yê xwe yên cîhanek bêmijokatî  de, wê di dilê xwe de ava bike.

Jiber van hestan; tekoÅŸîna jibo azadbûna jinê, deynê li min ferz e ku min biÅŸayanî bicîh neanîye, bipêÅŸanî ez ji dayîka xwe ya gorbuhuÅŸt lêborîna xwe dixwazim  û bi gelemperî hemû cîhan, bi taybetî jî jinên Kurd ên cefakar, 8’ê Adar’ê roja jinên cîhanê pîroz dikim.

                                                                                                                                             
  • email Arkadaşına gönder
  • print Yazıcı versiyonu
  • Add to your del.icio.us del.icio.us
  • Digg this story Digg this

Yorum Yaz comment Yorumlar (0 Yazılmış)

© 2009 aktuelbakis.org, All rights reserved.