Bu yazıyı beğendiniz mi?

(toplam 185 oy)

ArÅŸiv

Pt Sa Ça Pe Cu Ct Pa
12345
6789101112
13141516171819
20212223242526
27282930

image

« Ez im ew milet, ez im ejderha,
Ji xewa dîlî ÅŸiyar bûm niha.


Dixwazim wek mêr
Dixwazim wek ÅŸêr
Serê xwe hildim,


Çi ser bilindim*. »

Belê herî serî de meriv dikare bêje ku Devleta tirk êdî dest bi pejirandina navê netewa Kurd kir, mixabin bi gori xwe! her çendî hêj neketibe nawa lîteratura tirk ji êdî dibên Kurd, Cerkez, Zaza, Sunnî, Elevî. Dibê qey Sunnî û Elevî jî netewin bi rastî gorî wan peyv hemu yekin lê belê gorî me ol ne netewin. Ê emê çi bikin ew sed sale em ÅŸer dikin ji boy ku ev me nas bikin emê hêj send salên din jî li berxwedin ji boy ku ew tê bigehin.

Kart-kûrt= Kurd, Zaza-goran= Kurd, Sunnî-elevî=Ol.

Her wiha me dersa yekmîn jî da sîyasetmedarên tirk. Divê ku wan rojên teng de em zêde wan aciz mekin lewre ji boy me -gelê Kurd- gellek tiÅŸtan difikirin « Vekera Kurd » û her viha gori wan qey em nikarin bifikirin! Ger hun min bipirsin, ew tistek nizanin xeynê cend hevokên bi destên yekê din hatî nivîsandin. Wan re çawa hatî gotin visa jiberkirine û her tim dubare dikin. Wek berwerdehiya Tirk du roj beri azmûnan jiberke çend peran û derbazbe timê azmûnan. Lê belê divê ku ew rind bizanin ku ev azmûna han ne azmûna berwedehîya tirke, Azmûna dîroka netewa gelê Kurd e. Divê ew gellek pitûkan biqulipînin û hêj pir bimeÅŸin.


Em wê jî rind dizanin ku derûnîya wan pir xirabe, nikarin diroka xwe vekin, nawê Kurd mîna neynûkê dibiriqe nawa çawên wan, newêrin pirskin tu kesê ji ber ku derdorên wan Kurd hene.


Lê belê dîsa emê alîkarîya wan bikin her viha me gellek caran alîkarî da wan, malazgirê bîst hezar cîwanên kurd, Çeneqelê bi deh hezaran, Saqaryayê bi hezaran... her viha navnîÅŸa canfedayên Kurdan gelleke. Me çawa rêya avakirina devletek serbixwe nîÅŸanî wan da, îro jî emê rêya pêswexistina demokratîk û mafên mirowan nîÅŸanî wan bidin. îro roja ji xwe dayînê ye roj roja mêra ne, egît û rewÅŸenbîrên kurd wê wî dilnazikîya han nîÅŸan bidin û destê biratîyê dirêjî gelê tirk bikin û hewlbidin bi sîyasetmedarên tirk re gelê aÅŸîtî xwez bidin naskirin. Diwê ku ew baÅŸ bizanin ku gelê Kurd îro pêÅŸwe dîroka xwe, mafê xwe baÅŸ nasdike, li kîj welatî dibe bila bibe ciwanên kurd we hertim pêsketî bin û perwerdebin.


« Ne xwînxwar im ez haÅŸtî xwaz im ez,


Serdarê meye gernas û nebez.


Em ÅŸer naxwazin,
Divên wekhevî,


Em paÅŸ ve naçin,
Dijmin direvî!..


Ji bo mirovan em tev dost û yar


Bijî Kurdistan, bimrî koledar!


Kîme ez?* »

*Cegerxwîn


Baqil ACIK

acik.bakil@gmail.com

 

  • email Arkadaşına gönder
  • print Yazıcı versiyonu
  • Add to your del.icio.us del.icio.us
  • Digg this story Digg this

Yorum Yaz comment Yorumlar (0 Yazılmış)

© 2009 aktuelbakis.org, All rights reserved.