E-bülten
Haberlere abone olun:
Bu yazıyı beğendiniz mi?
(toplam 341 oy)
28 Şubat, 2009 23:03:00 | Haydar Gündüz
Bîrdoza fermî ji avabûna komarê virde ev cara yekeme di fermîyetê de li ser kurdeyatiyê serî li hev digerîne. Ev destkeftî, ne ji jêderka ÅŸaÅŸîyan e, ji ber encam girtina tekoÅŸîna tevgera azadîxwaz e. Nasnameya Kurd û zimanê Kurdî her çiqas bi warê zagonî ve di destûra bingehîn de nehatibe mîsoger kirin jî, TRT ÅžeÅŸ xapandin ne têde destkeftiyek e. Lê ji ber vê destkeftiyê rayedarên dewletê bi kirêtên sosretî ve rû bi rû man e. Axaftina bi Kurdî li wana rewa, lê Kurdan re qedexe ye. Hîn jî ji ber axaftina bi Kurdî li DTP yîyan doz têne vekirin, bi cezayên giran ve tên darizandin. Tirk Tirkîtî, Îngilîz Îngilîzkî, Alman bi Almankî dikare biaxive, lê Kurd nikare bi Kurdî biaxive. Ev çi durûtî û qewmînek sosret e. Êdî tu hêz mafê xwe nîne ku Kurda ji vê mafî bêpar bihêle, jixwe Kurd jî di vê demê de van qewmînên hovane êdî napejirîne. Ew qas bê anor jî nînin. Gelê Kurd ji îro pê ve merheleyek nû bi dest xistîye. Ev jî bidest xistina mafên zagonîbûn e. TekoÅŸîna parastina rewa cihê xwe terkê qada demokratîk kiriye. Divê va merheleya ger ji hêla me ve baÅŸ bê fehm kirin.Tê zanîn ku ev rojên em têde ne, bi wate û nirxên xwe gelek girîngin. Sala 2.000 an de Roja 21 ê Sibat’ê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve, roja zimanê zikmakî a cîhanê hatiye îlankirin. Di van rojan de wek her Kurdek, hevserokê Partîya Civaka Demokratîk birêz Turk jî ji ber mikur hatina hêstên xwe bi Kurdî axivî, ÅŸovenîzma dewletê xirifî û ji her aliyê de bû qiyamet û barîya. Li hember van rûreÅŸiyan derdorên bi hest ne tê de hemû endamê dewletên Yekbûyî jî bêdeng man!.
Birêz Turk bi darbeya 12 Îlonê ve ku ji girtîyên zîndana Amed’ê ye, ji ber qedexebûna Kurdî, dayik û girtî stû xwarin; sozek dide dayka xwe. Û vê deynê dayika xwe di vê roja pîroz de bi helwestek pîroz bi cîh anî. Ev hewldan bû serfinaziya wî. Kî çi dibêje bila bêje kirdarên li hember van mafên xwezayî wê di dîrokê de her tim li cihê xwe yên rûreÅŸ de ruswa bin.
Erdoxan dibêje em qet tu car destûr nadin ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Ne hewceye mijara gotinê bêjeyê re, çimkî ’’Maf nayê dayîn tê stendin.’’ Kurd ji bo hebûna xwe, nasname û zimanê xwe, ji bo rûmeta xwe, bi serê xwe li ber vê oxurê ye. Her weha bi jîyana xwe ya berxwedêr, vê mebesta xwe bi salan e rikane domandiye. Li ser darbeya 12 Îlon’ê a 80 yî re 30 sal derbas bû. Civak hîn jî di nav gola xwînê de hetikî ye. Van hovitîyan bûne ji jîyana mirovan a wek rojan e.
Ev zilm e ku li ser gelê Kurd tê meÅŸandin. Tu kesê ku ji xwe re dibêje ez însanim vê zilma hov nikare bipejirî ne. Bi hezaran mirinên di bîr’ên asîdan de tên çi wate yê? Ew berdelên ku hatine dayîn ne heba ne!. Bila her kes aqilê xwe bîne serê xwe…! Jîyana bê xawên û rûmet ne jîyan e. Mirov bimre jê çêtir e. Wa gemarek xwe dîsa li ser navê xemla xwekujîyê avêtin sergoyên xwe. Êjar jî bihev ketine, tîm ê taybet wek Behçet Oktay’ê Îbrahîm Åžahîn jî ji wana yek bû. Li ser van hovitîyan çîrokek hate bîra min ezê ji we re vebêjim.
Rojek ji rojan mirovek ÅŸareza û yekê hov li ser axek ne ÅŸarezatî de çer dibe dibin hevalên hev. Û bihev re derdikevin nêçîrek. Demek dirêj çil û çîya tevdidin lê nesîbê wan ê nêçîrê nîne. Ji ber birçîbûnê bê taqet jî man e. Dema êdî bibîryarin ku ewê nêçîra xwe betal kin, mirovê hov bi teÅŸeyek baldar ji mirovê ÅŸareza re dibêje deng meke, rima xwe digre û di nav qirÅŸ û qal, devî, dirîyan de winda dibe. Demek ÅŸûn de li ser piÅŸta wî laÅŸê mirovek hov ê din dizvire. Ji mirovê ÅŸareza re dibêje êzing tovke, ÅŸansê me yê îro baÅŸ e. Ji bo xwarinek xweÅŸ nêçîra me di cîh de ye. Guh nade ÅŸaÅŸ û metal mayîna mirovê ÅŸareza û di kar û berê xwe de ye, nêçîra xwe ji hev didirîne û parçe dike. Mirovê ÅŸareza ji ber metal mayîna xwe dixwaze vê qewmînê fehm bike û bi dijwarî dipirse: Tu çi dikî, wî mirovê çima parçe dikî? Mirovê hov dibêje em birçîne, emê vî mirovê buxwin. Mirovê ÅŸareza bi metaliya xwe dibêje; tiÅŸtê weha nabe, mirov qe goÅŸtê hevdu duxwe û lê bervêdan e. Êjar jî mirovê hov ÅŸaÅŸ û metal dimîne. Hûn goÅŸtê mirovan naxwin? Mirovê ÅŸareza bi ÅŸêwazek quretî dibêje na, kesên ku mirove goÅŸtê mirova naxwe. Mirovê hov dibêje niha hûn mirovan nakujin were ye? Mirovê ÅŸareza em dikujin lê goÅŸtê wan naxwin. Êjar jî ÅŸaÅŸî û metaliya mirovê hov her ku diçe zêde dibe û dipirse: Hûn ji çerm û rûnê wî sûd werdigrin, ji çerm û rûnê wê çi çêdikin? Na dibêje mirovê ÅŸareza, em ji çerm û rûnê wî tu sûd wernagrin. Mirovê hov çavên wî fireh, wek belqityê kulê sor dibe û bi kawikîya zaroktî hêdîka dibêje: Hûn hevdu naxwin, ji çerm û rûnê hev sûd wernagrin, lê çima hev û du dikujin?!...
Di roja îroyîn de, bawernakim ku mirovahi ji binê giraniya vê pirsê derbikeve. Lê ez bawerim gelê Kurd roj were wê van Lanetiyan ji ser xwe bavêje. Ewê kevneÅŸopiya xwe ya berxwedêr tim û tim bikudîne, da ku hetanê hemû mafên xwe yên gerdûnî bidest bixe.
Destûra bingehîn berhema darbeya faÅŸîst a 12 Îlonê ye, ev 30 sale li gelê Anatolyayê xwîn vedireÅŸîne. Serweran jî baÅŸ fehm kirine ku êdî rêveberî bi van qirêjiyan li rê naçe. Her weha ew jî hewcene ku ketine nav lêgerîna da ku ji vê gemarîyê rizgarbin.
Dewlet ji ber qewmînên hetikane hewl dide ku xwe biguherîne ev divêtinîyek e. Difetise, bêhna wî nayê ber, him li hundur û him jî li derve her ku diçe xewirîn dibe. Destûra bingehîn a derçax êdî ji demê re ne bersîv e, pêwiste ji nû ve bê çak kirin. Çimkî ’’Qalik QeliÅŸîye.’’ Ev rastî jî çareser kirina pirsa Kurd de derbas dibe.
Yorum Yaz
Yorumlar (1 Yazılmış)
-
Gönderen Berivan K., 24 Nisan, 2009 23:02:44rojbas dede haydar. ez pir kêfxwes bûm ku min nivîsana te li vir dît, û xwendina wîjî pir xwes bû. te pir tistê xwes û pir tistê rast nivîsi. me kurda pir kisand û em hînji pir diksînin. le bele em êdi rabûn û em dibêjin êdî bese, kes li me zilm neke. ez hêvî dikim ku te min naskir. ez te pir pîroz dikim û ez berdewama te dixwazim. her bijî ji tera dede heydar... Berivan K.



